Fraksîyona PDKê bidawîbûna erka xwe ya li Parlamentoya Kurdistanê ragihand
PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê îro 26ê Hezîrana 2023yan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku erka wan a xula pêncem a parlamentoyê bidawî bûye û 45 parlamenterên wan jî êdî mûçeyê wernagirin.
Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid, di civîna rojnamevanî de got, îro erkên wan temam bûye û wan yadaştnameyek ji Desteya Serokatiya Parlamentoyê re şandiye ku ji meha Hezîranê ve mûçeyên xwe wernagirin.
Xalid diyar kir: “Berê jî me soz dabû gelê Herêma Kurdistanê ku pêwîst e pirsa xanenişînan ji bo endamên Parlamentoya Kurdistanê bê çareserkirin û ew niha soza xwe bicih tînin.”
Mela Xalid eşkere kir, Fraksiyona PDKê ji 45 parlamenteran pêk tê û li gorî temenê diyarkirî yê xanenişîniya parlamenteran, 22 endamên PDKê temenê wan di bin 45 saliyê re ne û ji %50 ji mûçeya xanenişînan wernagirin, ew bi rêjeya ji % 15 heta 25 xaneşîn dibin. Eger bixwazin, 23 parlamenterên PDKê bi rêjeya %25 heta 50 xaneşîn dibin.
Li ser dirêjkirina dema parlamentoya Kurdistanê jî Zana Mela Xalid got, wan nedixwast hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bên paşxistin. Lê belê ji ber pirsgirêkên di navbera hemû aliyên siyasî de li ser sererastkirina yasaya hilbijartinan û çend mijarên din, ew neçar man bi lihevkirinekê dema parlamentoya Kurdistanê dirêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin