Fransa: 90 sazî û rêxistinan, banga çalakiyên girseyî kir!
PeyamaKurd- Piştî qetilkirina Nael M. a ji aliyê polîsan ve bûyerên ku li Fransayê dest pê kirin, her ku diçe zêde dibin û li ser vê yekê li welêt nêzî 90 sazî û rêxistinan bi sernavê "Welatê me di şîn û hêrsê de ye" daxuyaniyeke hevpar da.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, nêzîkî 90 sazî û rêxistinên li welêt bi daxuyaniyekê ji bo şermezarkirina qetilkirina Nael, banga çalakiyên girseyî li gelemperiya welêt kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Welatê me di şîn û hêrsê de ye." û hat bibîrxistin ku di 27ê Hezîranê de li taxa Nanterre ya Parîsê polîsan ciwanê bi navê Nael M. ji nêz ve gulebaran kir û qetil kir.
Her wiha bal hat kişandin ku kuştina Nael nîşana polîtîkayên cudaxwaz û ewlekariyê yên dewleta Fransayê ye ku bi salan e li dijî hin komên civakî pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin