Fransa balyozxana xwe ya Sûdanê girt
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Fransayê ragihand ku bi sedema şerê nav Sûdanê, sefareta xwe ya li payîtext Hartûm a Sûdanê heya daxwuyaniyekî dinê girtiye. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê balyozxane ji bo hemwelatiyên Fransayê balyozxane nebe ciyê kombûna hemwelatiyên Fransayê yên ku dixwazin terka welatê Sûdanê bikin.
Wezareta karên derve ya Fransa got ku ji do heya niha ji 12 welatên endamên Yekîtiya Awrûpayê û bi temamî ji 36 welatan bi 491 balafiran kesan tehliye kirina welatê Cîbûtiyê lê nikaribûne xwe bigihînin çend hemwelatiyên Fransayê yên li derveyê bajarê Hartûmê.
Rêxistina tenduristiyê WHO ragihandibû ku di şerê nav xwe de heya niha 420 kes mirine û 3.700 kes birîndar bûne. Di êrîşan de doktor, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê jî birîndar bûne.
Şerê nav Sûdanê, di navbera hêzên artêşa Sûdanê yên di bin serpereştiya serokê konseyê general Abdulfettah el-Burhan û cîgirê serokê konseyê orgeneral Muhammed Hamdan Dagalo de ye ku serpereştiya RSF ê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin