Parlementoya dewleta Afrîka Basûr girtina balyozxana Îsraîlê qebûl kir

21 November 2023 23:43 0 dîtin
Parlementoya dewleta Afrîka Basûr girtina balyozxana Îsraîlê qebûl kir

PeyamaKurd -  Parlementoya dewleta Afrîka Başûr girtina balyozxana li payîtextê ya li Pretoriayê ya Îsraîlê bi 248 dengan qebûl kir. 91 parlementer jî girtina balyozxanê red kirin.

Li ser mijarê, krîza navbera Îsraîlê û Afrîka Başûr ku berê destpêkiribû, xerabtir bû. Balyozê Îsraîlê yê li Afrîka Başûr Eli Belotserkovsky piştî daxwuyaniyên Afrîka Başûr, Îsraîlê gazî wî kiribû da ji bo şêwrê here welatê xwe û dengdana di parlementoyê de piştî çûna wî hat kirin.

Biryara girtina balyozxanê remzî (sembolik)ye û bicîhanîna biryarê an neanînê li ser erka hukumeta serokê dewletê Cyril Ramaphosa maye.