Fransa deriyê xwe bo 2 rojan ji Îngîltere re girt

22 December 2020 01:30 0 dîtin
Fransa deriyê xwe bo 2 rojan ji Îngîltere re girt

PeyamaKurd – Bi sedema korona vîruseka nû li Îngîltere derket ortê û gelek zû belav dibe, Fransa bo 2 rojan temamê gihandina xwe qut kir û rêyên xwe girt. Li ser girtina temamê rêyan li ser rêyan konwoyên ji erebeyan û ji TIR an, bi km yan di rêyan de man.

Li ser xitmandina rêyên navbera her dû dewletan serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson bi rêya telefonê bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re axifî û got ku ew hêvî dike mijar di nav çend sietan de çareser bibe.

Bi girtina rêyan gelek dewlet jê bandoreka neyînî dibînin û Johnson ragihand ku di her TIR ekî de yek ajotvanekî heye û îhtîmal kême ku ji wan ajotvanan vîrus bigihê welatên din.