Fransa ji ber casûsiyê dikin 6 dîplomatên Rûsyayê ji Fransayê derxist
PeyamaKurd – Fransa bi sedema ku di bin perda dîplomasiyê de casûsiyê dikirin 6 dîplomatên Rûsyayê ji welatê xwe derxist. Wezareta karên derve ya Fransayê ragihand ku 6 dîplomatên Rûsya di bin erka parastina dîplomasiyê de guman dikirin ku casûsiyê dikin, wan derxistine derveyê welat û weha got:
“Rêvebiriya ewlehiya hundir demek dirêje ku lêkolînan dikir, di 10 ê nîsanê de derxist ortê ku serwîsên îstîxbaratan li ser axa me, operasyonekî xef dimeşandin û tora wan derxistin ortê. Kesên navborî li dijî berjewendiyên Fransayê tevdigeriyan.”
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di sefareta Rûsya de kesê duyem, ji bo wî ji mijarê agahdar bikin, bangî wî ji bo wezareta karên derve kirine. Wezareta karên hundir ya Fransayê Gerald Darmanin di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:
“Em ajanên DGSI yê, yên Fransayê pîroz dikin ji ber ku bergehê li ber tora casûsî ya Rûsyayê ya ku li hemberê berjewendiyên me yên netewî dixebitîn, derxistine holê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin