Fransa, temenê leskeriyê jî zêde dike

05 April 2023 16:30 0 dîtin
Fransa, temenê leskeriyê jî zêde dike

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Fransayê Sebastien Lecornu ragihand ku destûr tê dayîn ku "hin pisporên leşkerî" heta 72 saliya xwe li peywirê bimînin û ew ê temenê herî zêde yê leşkerên berdest jî bibe 70 salî.

Sebastien Lecornu, di hevpeyvîneke bi RTL re got, "Ji ber vî sînorê temenî ku tu wateyekê nade, gelek mirovên bi kalîte xwe ji polê derdixin.”

Lecornu di dewama axaftina xwe de got ku "Em ê sînorê temenî bilind bikin... Mirov heta 70 saliya xwe di artêşa Fransayê de ji bo hin taybetmendiyan heta 72 saliyê jî dikarin bibin berdest.”

Temenê herî zêde yê leşkerên berdest, di navbera 60 û 65 salî de diguhere.

Ji bilî zêdekirina berbiçav a sînorê temenî, Fransa armanc dike ku hejmara hêzên berdest ji 40,000î ji bo 80,000î zêde bike.

Biryara nûjenkirina hêzên berdest, di demekê de hat ku Fransa biryar da ku hêdî hêdî xercên xwe yên leşkerî îsal ji 43.9 milyar euro heta 69 milyar euro zêde bike heta sala 2030î.