Bi biryara Pûtîn li Rûsyayê temenê leskeriyê hate zêdekirin

04 August 2023 21:02 0 dîtin
Bi biryara Pûtîn li Rûsyayê temenê leskeriyê hate zêdekirin

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, biryarnameya derbarê zêdekirina temenê wergirtina leşkeran bo artêşê îmze kir.

Li gorî biryarnameyê temenê wergirtina leşkeran ji 27an bo 30î hate zêdekirin û dê êdî ji temenên 18 heta 30 bo leşkeriyê werin bang kirin. Biryarname ji 1ê Çileyê 2024an ve dikeve warê cîbicîkirinê.

Herwiha di biryareke din a Pûtîn pesend kiriye de jî derketine derveyî welat a kesên bo leşkeriyê hatine bangkirin, hate qedexekirin.