Pûtîn biryara seferberiya bangkirina mehkûman bo leskeriyê îmze kir!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di demeke ku şerê li Ukraynayê berdewam dike de, piştî ragihandina seferberiya qismî vê carê jî ji bo kesên bi tawanên giran hatine mehkumkirin biryara seferberiya leşkerkirina wan da.
Pûtîn biryarnameya seferberiya bangkirina mehkûman bo leşkeriyê îmze kir ku li gorî medya rûsî, wê kesên bi tawanên giran hatine mehkumkirin bo leşkeriyê werin bangkirin.
Serokê Rûsyayê 21ê Îlonê jî seferberiya qismî bo 300 hezar welatiyên rûsî ragihandibû û piştre nêzîkî sed hezarên wan bo şerê Ukraynayê hatibûn şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin