Fransa tevlihev bû! Macron: Ev mirin nayê qebûlkirin!
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Macron kuştina ciwanê 17 salî ji aliyê polîsan ve di dema kontrolkirina trafîkê ya li Fransayê de weke "nayê efûkirin" bi nav kir.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê kuştina ciwanê 17 salî yê li paytext Parîsê ji aliyê polîsan ve daxuyanî da.
Macron got, "Ciwanek hatiye kuştin. Ev rewşek nayê efûkirin û nayê ravekirin."
"Ev ji bo kurê min serhildan e"
Jina ku diyar kir ew dayika Nahel M. a bi eslê xwe Cezayîrî ye, ji bo kurê xwe bi rêya TikTok banga meşa sersaxiyê kir. Jinikê di banga xwe de wiha got: “Ev ji bo kurê min serhildan e.
Ciwanê 17 salî danê sibê roja Sêşemê di dema kontrolkirina wesayîta polîsan a li Nanterre de bi guleyan hate kuştin. Vîdyoyek piştrastkirî ya bûyerê nîşan dide ku efserek polîs çeka xwe nîşanî kursiyê şofêrê wesayitek bi ajokar û sê rêwiyan dike; ev jî nîşan dide ku wî çeka xwe bi tevgera wesayîtê ve girêdaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin