Macron: Fransa dikare tanqên Leclercs bisîne Ukraynayê

23 January 2023 16:00 0 dîtin
Macron: Fransa dikare tanqên Leclercs bisîne Ukraynayê

PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di Civîna 23yemîn a Civata Wezîran a ku li paytexta Fransayê ya Parîsê hat lidarxistin de axivî. Macron diyar kir ku welatê wî, dikare tanqên Leclercs bişîne Ukraynayê.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, piştî Civîna 23yemîn a Civata Wezîran a ku li Parîsa paytexta Fransayê hat lidarxistin, bi boneya 60emîn salvegera Peymana Dostaniyê ya Fransa-Almanya ku wekî "Peymana Dostaniyê" tê binavkirin, daxuyanî dan çapemeniyê.”

Macron diyar kir ku Ewropa bi zehmetiyên cidî re rû bi rû ye, bal kişand ser encamên şerê ku vegeriya parzemînê, aborî û enerjiyê û got, "Armanca me yek e; Ewropayeke serwer, yekgirtî û bi hev re."

Her wiha Macron amaje bi wê yekê kir ku dema Ukrayna ji nû ve bê avakirin, dê Ewropî li wir bin û tekez kir ku Fransa îhtîmala şandina tanqên bi tîpa Leclerc ji bo Ukraynayê ji holê ranake, lê ji bo şandina tanqan divê hin pîvan werin cîbicîkirin.