Fransa û Almanya destekê dan Brîtanyayê
PeyamaKurd- Roja înê hêzên artêşa Îranê di Buhira Hurmizê de dest danîbûn ser tenkêra petrolê ya Brîtanyayê û dijberiya navbera wan her diçe kûrtir dibe. Li ser vê mijarê Almanya û Fransa desteka xwe bo Brîtanyayê diyar kirin û bang li Îranê kirin. Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt bo Îranê got ku ‘rêvebiriya Tehranê rêya talûke bo xwe dibjêre’.
Wezîr Hunt di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku tenkêra li Cebelîtariqê dest dane ser, dixwazin mijara wê çareser bikin lê divê garantiya ciyê teslîmatê bidin wan. Lê bûyera do ku Îran dest danî ser tankêra Brîtanyayê, wezîr bi xerabkirina îstîqrarê binav kir, got kiryar ne qanûniye û talûkeye.
Wezareta karên derve ya Fransayê jî ragihand ku kiryar li herêmê nahêle kela herêmê deyne û zerarê dide aramiyê. Almanya jî got ku destdanîna ser tankêrê nayê wateya ku Îran tişteka rast kiriye, bûyerê şermezar kir û weha got:
“Divê tankêr û xebatkarên wê yekser serbest bê berdan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin