Ji Fransa, Almanya û Brîtanyayê daxuyaniya hevpar a Îranê: Pir nêzîk bûye!

08 June 2022 18:08 0 dîtin
Ji Fransa, Almanya û Brîtanyayê daxuyaniya hevpar a Îranê: Pir nêzîk bûye!

PeyamaKurd – Fransa, Almanya û Brîtanyayê, ji Şêwra Hukmê ya Ajansa Atomî ya Cîhanê (IAEA) re daxuyaniyeke hevpar derbarê pêşketina xebatên atomî yên Îranê de şandin.

Di daxuyaniya her sê welatan de hatiye gotin, “Bernameya Atomî ya Îranê pêşketî ye û li ser ewlehiya navnetewî bûye gef.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku rejîma Îranê asta meyandina Uranyomê bilindtir kiriye û nêzîkî çêkirina çeka atomî bûye.

Li aliyê din Yekîtiya Ewropayê jî daye xuyakirin ku nîgeran in ku Îran bigihîje meyandina Uranyoma gelek zêdetir ji asta ku rêkeftin li ser hatiye kirin.

Herwiha Amerîkayê jî daxwaz ji IAEAyê kiriye ku êdî nabe Îran behsa rakirina dorpêçan bike, lewra ti pêwandiya wê bi bernameya atomî re nîne.