Fransa û Almanya li Hewlêr û 10 bajarên cîhanê navêndên çandê vedikin

26 January 2019 14:21 0 dîtin
Fransa û Almanya li Hewlêr û 10 bajarên cîhanê navêndên çandê vedikin

PeyamaKurd - Li gor nûçeya rojnameya The Artê Almanya û Fransa, heta sala 2020an paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr jî di nav de li 10 bajarên cîhanê navendên çandê vedikin.

Li gor biryara herdu welatan, dê destpêkê li li Hewlêra paytexta Kurdistanê, bajarê Rio de janerio yê Brezilya, paytexta Kirxizistanê Bişkek û li bajarê Palermo yê Îtalyayê 4 navend werin vekirin.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku dê ofîsên hevbeş li wan bajaran ji aliyê Fransa û Almanyayê ve bên vekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Almanya û Fransayê 22yê vê mehê peymana sedsalê ya dostaniya herdu welatan îmze kiribûn û artêşa hevbeş ya Ewropayê jî di nav de li ser gelek babetên siyasî û aborî hevpeymaniya xwe ragihandibûn.