Fransayê Çîn bi sandina alavên leskerî tawanbar kir!
PeyamaKurd - Şêwirmendê dîplomatîk yê serokê Fransayê Emmanuel Macron, Emmanuel Bonne welatê Çînê bi şandina alavên leşkerî bo Rûsyayê di şerê Ukraynayê de tawanbar kir û got, "Nîşaneyên wê hene ku ew tiştên ku em tercîh dikin ku ew nekin, dikin."
Emmanuel Bonne daye zanîn ku Çîn her cûre alavên leşkerî ji Rûsyayê re dişîne û diyar kir, “Bi qasî ku em dizanin, ew şiyanên leşkerî yên girseyî nadin Rûsyayê."
Li gorî nûçeya AFPê dispêre çavkaniyên dîplomatîk şêwirmend behsa "radestkirina pêşbîn a teknolojiyên bikaranîna dualî", hem sivîl û hem jî leşkerî kiriye.
Welatên Rojava ji Pekînê dixwazin ku çekan ji bo şerê li Ukraynayê nede Rûsyayê û ji îhtîmala ku kompaniyên Çînî teknolojiyên pêşketî radestî Rûsyayê bikin kubi fikar in.
Hêjayî gotinê ye, Çîn tevî ku şerê Ukraynayê napejirîne jî ti carî bi eşkere operasyona leşkerî ya ku li Ukraynayê ji hêla Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve hatiye kirin şermezar nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin