Frêna loderê vala bû û 13 kesan birîndar kir
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navçeya Xelîliyê lodera ku frêna wê valabû, nema karibû raweste û li mînîbusa şîrketekî taybet ya xwendevanan hildigirt xist. Di qezayê de 11 xwendevan û her dû ajotvan birîndar bûn. Li gor ragihandinan Furkan A. lodera aîdê DSİ yê diajot û bi sedema valabûba frêna loderê li mînîbusa ku Müslüm E. diajot xist.
Li ser qezayê gelek ambûlans, tîmên UMKE, îtfaiye û polîs çûn ciyê bûyerê. Mudaxeleya ewilî polîsên ku di otobosusê de bûn û di wir de derbas dibûn, kiribûn heya tîmên din gihane ciyê bûyerê.
Piştî qezayê birîndaran birin nexweşxaneyên Nexweşxana Dewletê ya Baliklıgölê, Nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Mehmet Akif û Nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Şanlıurfayê.
Rewşa 2 xwendevanan girane û talûka jiyana wan heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin