Fuad Husên: Çend salên din em ê dest bi hinartina gaza xwezayî bikin

02 March 2024 15:02 0 dîtin
Fuad Husên: Çend salên din em ê dest bi hinartina gaza xwezayî bikin
PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, rewşa ewlehiyê bandoreke neyînî li ser aboriya Iraqê dike û got, di çend salên bê de wê dest bi hinartina gaza xwezayî bikin.

Fuad Husên di Foruma Dîplomasî ya Antalyayê (ADF) de axivî, ku roja şemiyê (02.03.2024) di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Wezîr Husên diyar kir ku rewşa ewlehî û aramiya herêmê bandoreke mezin li ser aboriya Iraqê bi giştî dike û got, “Em ê di çend salên bê de gaza xwezayî û petrolê jî hinarde bikin. Di vê çarçoveyê de pêwîst e em têkiliyên xwe yên bi welatên cîran re xurtir bikin.”

Husên amaje bi pêwendiyên siyasî û aborî yên Iraqê li gel welatên navçeyê bi taybet Tirkiye û Îranê jî kir û got, pêwendiyên bazirganî ligel Tirkiyê û Îranê gelek bihêz in.

19 serok û serokwezîr, 73 wezîr û zêdetirî 70 serok û nûnerên sazî û rêxistinên navneteweyî di nav ADF de cih digirin.