Fuad Husên daxuyanî li ser "Sûriyê" da
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku pêwîst e çareseriyeke hevseng, berfireh û demdirêj ji bo pirsgirêka Sûriyê were dîtin.
Wezîrê Karên Derve Huseyîn îro Sêşemê 16ê Tîrmehê (îro) di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî X de diyar kir ku bi Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen re hevdîtin pêk aniye.
Fuad Huseyîn diyar kir ku di hevdîtina xwe ya li gel Geir Pedersen de tekezî li ser dîtina çareseriyeke hevseng, berfireh û demdirêj ji bo pirsgirêka Sûriyê kiriye.
Li gor wê postê, di hevdîtinê de rewşa Sûriyê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser hewlên hevbeş ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin