Fuad Husên û Antonio Guterres li ser Sûriyê gotûbêj kirin

19 December 2024 10:33 0 dîtin
Fuad Husên û Antonio Guterres li ser Sûriyê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kirin ku girîng e hemû alî beşdarî hikûmeta nû ya li Sûriyeyê bê avakirin bibin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê ya doh Çarşemê 18ê Kanûna 2024ê de hat diyarkirin ku Wezîr Husên û Guterres di pêwendiyeke telefonî de rewşa navçeyê bi taybet Sûriyê gotûbêj kirine.

Li gorî daxuyaniyê, Fîdan û Guterres tekezî li ser beşdariya hemû aliyan di proseya siyasî ya Sûriyê û avakirina hikûmeta nû de kirin û Guterres ragihand ku NY bi rêya şandên taybet rewşa Sûriyê ji nêzîk ve dişopîne.

Li gorî daxuyaniyê, Wezîr Hisên diyar kir ku ji ber serdestiya komên çekdar li gelek herêman rewşa Sûriyê gav bi gav xerabtir dibe. Wî amaje bi wê yekê jî kir, ku bi taybet DAIŞê bi sûdwergirtina ji rûxana artêşa Sûriyê û vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo rojhilatê Firatê, hewl dide xwe ji nû ve ava bike.

Wezîr Huseyîn û Guterres banga kontrolkirina girtîgehan, bi taybetî yên ku bi sedan endam û serkirdeyên DAIŞê tê de hene kirin û daxwaza çareseriyeke lezgîn ji pirsgirêka Holê re, parastina hemû civakên li welat û neçarkirina koçberan a vegerê kirin.