Fuad Hûsên bi Îbrahîm Reîsî re civiya: 'Iraq ji bo alîkariya zêdetir amade ye'
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Tehranê bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya û di hevdîtinê de got, Iraq nabe cihê êrîşkirina ser ti welatan û diyar kir, Iraq amade ye di warê asayîşê de hevkariya zêdetir bike.
Fuad Husên di hevdîtina ligel Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de ragihand, Iraq pabend e bi bilindkirina asta hevkarî û hevahengiyên xwe yên ligel Îranê.
Husên daye zanîn, Iraq nabe pêgeha êrîşkirina ser asayîşa Îran û ti welatekî din ê navçeyê û got: “Iraq amade ye alîkariya zêdetir a Îranê di warê asayîşê de bike û rêgirî li her gefekê jî dike ku bi ser berjewendiyên Tehranê de were kirin.”
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî got, Iraq û Îran ji aliyê ol û mezheban ve hevbeş in, pêwendiyên navbera Tehran û Bexda gihîştiye asta biratiyê.
Herwiha Îbrahîm Reîsî diyar kir: “Bexda û Tehran asayîşa wan a hevbeş heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin