Fuad Hûsên bi Cewad Zerîf re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di serdana xwe ya Tehranê de, bi Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf re civiya.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê, Husên û Zerîf mijarên pêwendiyên dualî, pirsên herêmê û pêşhatên navdewletî gotûbêj kirin.
Husên di hevdîtinê de bal kişandiye ser ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî girîngiyeke taybet dide pêwendiyên ligel Îranê.
Tê çaverêkirin Fuad Hûsên digel şanda Iraqê, li Tehranê bi hin rayedarên din ên Îranê re jî hevdîtinan pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin