Serokwezîr Barzanî bi Cewad Zerîf re civiya
PeyamaKurd- Serokwezîr Mesrur Barzanî li di roja sêyemîn û dawî ya Konferansa Ewlehiya Cîhanê ya Munîkê de bi Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re civiya.
Civîna Mesrur Barzanî bi Zerîf re demek berê dest pê kir û tê çaverêkirin hejmarek mijarên herêmî û rewşa krîza siyasî ya Iraqê û helwesta Kurdistan û Îranê were gotûbêjkirin.
Serokwezîr Barzanî doh 15ê Sibatê jî bi Wezîrê Berevaniya Amerîka Mark Esper, Serokwezîrê Kuwetê Sabah el-Xalid el-Sabah, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, Serokwezîrê Holanda Mark Rutte, Wezîrê Berevaniya Kanadayê Harjit Sajjan, Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian, Senatorê Amerîkî Lindsey Graham, Şanda Parlamena Almanyayê, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Erebî Ehmed Ebûl Xeyt, Wezîrê Derve yê Urdunê Ayman Safadî û Wezîrê Derve yê Iraqê Muhammed Eli el-Hekîm re hevdîtin pêk anîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin