Fûara pirtûkan a Stenbolê bi besdariya wesanxaneyên Kurd vebû
Peyemakurd - 37emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya Navnetewî ku di navbera rojên 10 û 18ê Mijdarê de li Navenda Fuar û Kongreyê ya Beylikduzuya Stenbolê li dar dikeve, dest pê kir.
Li fuara TUYAP a Stenbolê zêdetirî 800 weşanxane û saziyên sivîl beşdariyê dikin. Li fuara çend weşanxaneyên kurdî jî beşdariya wê dikin gelek hevpeyvîn, panel, bernameyên helbestxwendinê, bernameyên zarokan û rojên îmzeyan ji 300î zêdetir jî çalakî dê bêne lidarxistin.
Fuara îsal bi mijar û hêmaya ‘Dorpêçkirina Jiyanê bi Edebiyatê’ bi rê ve diçe û mêhvanê rûmetê yê îsal nivîskarê tirk Selîm Îlerî ye.
Hat zanîn ku 8 weşanxaneyên kurda yên wekî Nûbihar, Avesta, Aram, Ava, Lîs, Na, Rûpel û Weşanên Weqfa Îsmail Beşikci jî tev li fuarê dibin û standên xwe vedikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin