Fûara Pirtûkan a Stenbolê vebû: Ji ber aboriyê hin wesanxaneyên Kurdî besdar nabin

02 November 2019 11:01 0 dîtin
Fûara Pirtûkan a Stenbolê vebû: Ji ber aboriyê hin wesanxaneyên Kurdî besdar nabin

PeyamaKurd - Fûara Pirtûkan a Navnetewî ya Stenbolê (TUYAP) îro şemiyê (02.11.2019) destpê kir. Fuara îsal di navbera 2 û 10ê Mijdarê de li navçeya Beylikduzuyê li dar dikeve.

Di fuara îsal de bi sedan çalakiyên cur bi cur wekî ponel, gotûbêj, xwendina helbestan hene û ev weşanxaneyên Kurdî bi berhemên xwe yên kevin û nû beşdar bibin: Aram (2108 C) Ava (2605 E), Hîva (12508 E), J&J ( (2213 C), Lîs (2104 F),  Nûbihar (2605 F), PirtûkaKurdî (12508 B), Rûpel (2605 D), Sîtav (12508 C) Weşanên Sor (3311) û Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (12510 E).

Weşanxaneyên Kurdî Avesta û Peywend ji ber sedemên aborî û mesrefên zêde beşdarî fuara îsal nabin.

Dê fûar di nava hefteyê de di navbera saetên 10.00 û 19.00an de û dawiya hefteyê jî di navbera saetên 10.00-20.00an de vekirî be. Dê fûar 10ê Mijdarê saetdi 19.00an de bi dawî bibe.