Geir Pedersen: Divê kurd li ser maseya danûstandinan amade bibin

13 March 2019 20:06 0 dîtin
Geir Pedersen: Divê kurd li ser maseya danûstandinan amade bibin

PeyamaKurd - Nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen diyar kir ku HSD’ê hêzeke girîng a Sûriyê ye û got:

Divê kurd li ser maseya danûstandinan amade bibin.

Pedersen ji rojnameya Şerq El-Ewset re bersiva pirsa helwesta wî ji serokê Sûriyê Beşdar El-Esed da û wiha got:“Erka min di 2254’an de xuya ye.

Ez li gel hikumeta ku Esed serokê wê ye, kar dikim.

Netewyên Yekbûyî biryara ku kî di opozîsyonê de ye û kî di hikumetê de ye û ne jî kî serokê Sûriyê ye, nade.

Ev mijara Sûriyê ye.

Her wiha Pedersen diyar kir ku HSD’ê hêzeke girîng a Sûriyê ye û beşek mezin ji Sûriyû kontrol dike û got:

Divê kurd li ser maseya danûstandinan amade bibin.