Gelê herêmê asayîsa Pêsmergeyan dixwaze!
PeyamaKurd- Herêmên Kurdistanî ku li derveyî rêvebiriya Kurdistanê mane, pirsgirêka ewlehiyê dijîn. Ji ber vê yekê gelê herêmê li Xaneqîn û derdorê êdî çek û sîlehan peyde dikin.
Ji ber ku li Herêmên Kurdistanî ku li derveyî rêvebiriya Kurdistanê mane, ti ewlehî û aramî nemaye; êdî xelkê herêmê çek û sîlehan ji xwe re peyde dikin. Di derbarê mijarê de Berpirsê YNKê yê Xaneqînê Hêmin Mensûr daxuyaniyek da û got ku piştî bûyerên 16 Cotmehê ku pêşmerge ji herêmê derketin, li Xaneqînê rêxistina terorî IŞÎDê êrîşên xwe zêde kirin. Êdî li herêmê ti kes xwe ewle hîs nake. Hêzên Artêşa Iraqê bi kêr nayên ku gelê herêmê biparêzin.
Mensûr got ku li navçeya Gulalê jî hinek eşîr alîkariya IŞÎDê dikin û zilmê li Kurdan dikin. Wan tehdîd dikin ku gundên xwe vala bikin û ji herêmê derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin