General Mazlûm Kobanî li ser rewsa dawî ya Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî îro ragihand, Tirkiye pabendî rêkeftina agirbestê nîne û tekez kir, “Tirkiye li gel komên komên çekdar ên tundrew hewla kontrolkirina Til Temir dide.”
Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê rewşa herî dawî ya Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir. General Mazlûm Kobanî (Ebdî) dibêje: “Tirkiye pabendî rêkeftina agirbestê nîne, ya ku bi Amerîkayê re kiriye û berdewame li ser êrîşên xwe.”
Turkey has not adhered to the ceasefire agreement with USA and is continuing its war.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) October 31, 2019
Turkey with Jihadists, began to occupying Christian villages and trying to break into Tall Tamir predominantly Assyriens,threatened with annihilation.
USA must fulfill its obligations.
General Mezlûm herwiha amaje bi hewldanên Tirkiyê bo kontrolkirina bajarokê Til Temir dike û tekez dike: “Tirkiyê li gel komên çekdarên tundrew dest bi dagîrkirina gundên Xiristiyanan kiriye û hewl dide bajarokê Til Temir, ku piraniya xelkê wê ji Aşûriyan ku di bin gefa tunekirinê de ne, dide.”
Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha bang li Amerîkayê dike û dibêje: “Pêwîst e Amerîka girêdayî soz û pabendiyên xwe be û erkên xwe pêk bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin