General Paul Calvert: Hevkariya HSDê bi pistevaniya Amerîka wê berdewam bike
PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Erkên Hevbeş ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê General Paul T. ragihand ku wê hevkariya wan a bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re berdewam bike.
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê civîna salane ya encûmenên leşkerî yên HSDê birêve diçe û fermandarên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî di vê civînê de beşdar in.
Fermandarê Hêzên Erkên Hevbeş General Paul T. Calvert, di vê civînê de ragihand ku hevkariya wan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dê bimîne û Amerîka jî piştevaniya vê yekê dike.
General Paul T. Calvert got, HSDê alîkarî daye ewlekirina girtîgehan û pêşî li reva DAIŞê jî girtiye û wiha axivî: “Ji bo pêşî li gefa DAIŞê ya li hemberî hevkarên me bê girtin, tevî başkirina avadaniya girtîgehan, em ê projeyên din pêk bînin.”
Fermandarê Amerîkî diyar kir, ew ê kar bikin ji bo çekdarên DAIŞê yên Iraq û Ewropî ji herêmên HSDê ji bo welatên wan bêne vegerandin.
General Paul T. Calvert da zanîn, wan 3 serkeftin li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk anîne, ew jî hewandina koçberan, berdewamiya şerê li dijî DAIŞê û gihandina pirsgirêkên bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo aliyên navdewletî.
General Paul T. Calvert herwiha got, ew hewlên xwe dikin ji bo pirsgirêkên çandiniyê û kêmiya avê çareser bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin