'Ger hewce bike em ê bi çekên nukleerî li Amerîkayê bixin'
PeyamaKurd – Serokê Koreya Bakur Kim Yong Un ragihand ku ger hewce bike ew ê dudilî nebin çekên nukleerî li dijî Amerîkayê bi kar bînin.
Koreya Bakur ceribandinên xwe yên moşekên balîstîk ên navparzemînî li ser Okyanûsa Pasîfîk bêyî ku hêdî bike berdewam dike.
Serok Kim Jong-Un ku vê dawiyê beşdarî ceribandina moşeka balîstîk a navparzemînî ya Koreya Bakur Bû û gef li Amerîkayê xwar. Medyaya dewletê di daxuyaniyekê de ragihand ku rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un tekez kir ku eger bi çekên nukleerî were provokekirin ew ê dudilî nebe ji bo êrîşeke nukleerî li ser Amerîka.
Ev daxuyanî piştî civîna rêveberiya Washingtonê ya ku tê de bikaranîna çekên nukleerî di dema pevçûneke muhtemel a bi Koreya Bakur re hat axaftin hat kirin.
Amerîka, Japonya û Koreya Başûr yekser piştî daxuyaniya Kim Jong Un daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li rêveberiya Koreya Bakur hat kirin ku "dev ji provokasyonan berde û bêyî şert û merc diyaloga bingehîn ava bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin