Germiyan | Pêsmerge goreke komî ya 9 termên polîsê Iraqê tê de bûn dît
PeyamaKurd – Li gundê Doracê yê li herêma Germiyanê ji aliyê hêza Pêşmerge ve goreke komî hat dîtin.
Hat zanîn di wê gora komî ya dema operasyonekê ji aliyê hêza Pêşmerge ve hatiye dîtin de, 9 termên endamên Polîsê Federalî yê Iraqê hebûn.
Li gor zanyariyan ew 9 polîs berî çend salan ji herêmeke di navbera Kerkûk û Xurmantûyê de, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin û kuştin.
Hêza Pêşmerge îro hêzeke taybet a Iraqî agahdar kir da ku termên wan polîsan vegerînin.
Hat ragihandin ku hêzeke taybet a Pêşmerge li herêmê operasyona pişkinîna navçeyê û lêgerîna paşmayên DAIŞê didomîne û heta niha hejmarek ji şikeftên DAIŞê jî hatine jinavbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin