Girê Mistenûr bû armanca êrîsê: 2 çekdar hatin girtin, dronek hat xistin
PeyamaKurd – Şerê navbera komên çekdarên Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dorûbera bajarê Kobaniyê û çemê Firatê du roj in bênavber dewam dike.
Hate ragihandin ku îro danê êvarê bi droneke Tirk girê Miştenûr ê Kobaniyê hate bombe kirin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, komeke çekdar a ku Tirkiye piştgiriya wê dike hewl da Pira Qerekozakê ya ser çemê Firatê derbas bike û şervanên HSDê bersiv da wê êrîşê.
Medya Rojavayê Kurdistanê ragihandiye ku di wê êrîşa hatiye têkdan de, 8 çekdar hatine kuştin, 2 bi saxî hatine girtin û 3 otomobîl jî hatine teqandin.
Herwiha çavkaniyan diyar kiriye ku şervanên HSDê balafireke bêmirov jî li dorûbera Hesekê xistine.
Li gorî zanyariyan komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li herêma Qerekozakê bi dron û tankan êrêşên xwe didomînin û hewl didin di ser Pira Qerekozakê re derbasî aliyê herêma Sirrînê bibin.
Çavkaniyên HSDê herî dawî ragihandine ku şervanên HSDê êrîşên li ser pira Qerekozakê ku dikeve başûrê Kobanê têk birine û zêdetirî 100 çekdar jî hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin