Kovara Amerîkî: Armanca çekdarên girêdayî Tirkiyê tenê dizî û talan e
PeyamaKurd - Kovara New York Review of Books a Amerîkî gotara nivîskar û endama peymangeha lêkolînên siyasî ya derve Elizabeth Tsurkovê belav kir ku dibêje, li Sûriyê çekdarên girêdayî Tirkiyê berî niha jî ji bo pere û talanê tevlî şeran bûne.
Li gorî gotara di kovarê de hatiye weşandin, komên çekdarên li Sûriyê yên piştgiriya xwe ji dewleta Tirkiyê distînin, girêdayî komên çekdarên berî niha ne û armanca wan a şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) jî tenê dizî û talan e.
'Wan çekdaran berê piştgirî ji îstixbarata Amerîkayê jî distand'
Elizabeth Tsurkov diyar dike, “Dewleta Tirk xwe spartiye çekdarên ku berê li Sûriyê ne ku hin çekdaran jî piştgiriya xwe ji fermandarên operasyonên leşkerî yên ku îstixbarata navendî ya Amerîkayê bi rê ve dibe û bernameyên perwerdê yên girêdayî wezareta parastina amerîkî werdigirtin.”
Elizabeth bibîr dixe ku dewleta Tirkiyê her meh 50 hezar dolar dida şervanan, ev jî têra debarê nedikir ji ber vê yekê şervan bi karê talankirinê radibûn.
'Madeyên hişbir bikar tînin û kujer in'
Herwiha Elizabeth Tsurkov bi zarê şervanekî di nava koma Lîwaya Mutesim ku girêdayî komên çekdarên bi ser Ceyşul Wetenî (SMO-OSO) ne jî dibêje; hin şervan madeyên hişbir bi kar tînin û ew kujer in.
'Piştî giraniya wan nema derbasî aliyê Tirkiyê bûn'
Di gotarê de Elizabeth balê dikişîne ser kiryarên hovane yên wan komên çekdar û diyar dike, piştî wan giraniya xwe ya sala 2011an winda kir bûne çekdarên kirêkirî yên Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin