Sandeke Amerîkî û Heyva Sor xwest biçe Serê Kaniyê lê çekdarên girêdayî Tirkiyê asteng kirin
PeyamaKurd - Tîmeke Amerîkî û Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê, dixwestin derbasî bajarê Serê Kaniyê bibin, daku birîndaran ji nav bajêr derxînin û veguhêzin nexweşxaneyên bajarên derdorê lê ji aliyê hêzên opozîsyona Sûriyê ve hatin astengkirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê îro îniyê 18ê Cotmeha 2019an tîmeke hevbeş a Amerîkî û Heyva Sor a Kurd ji bo derxistina birîndarên şer, ji bajarokê Til Temirê ve ber bi Serê Kaniyê ve birêketin lê çûna şandeyê ji ber astengiyên hêzên girêdayî Tirkiyê pêk nehat.
Li gor agahiyan, ew tîma han dixwazin derbasî nav bajarê Serê Kaniyê bibin, daku birîndaran ji nav bajêr derxînin û bo nexweşxaneyên bajarên derdorê veguhêzin.
Bajarê Serê Kaniyê ji duh piştî nîvro ve û piştî tundbûna êrîşên li ser bajêr, ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve hatiye dorpêçkirin. Nayê zanîn, ka dê rê bi wê tîma hevbeş a Amerîkî û Heyva Sor a Kurd bê dayîn ku derbasî nav Serê Kaniyê bibin an na.
Birêketina wê şanda hevbeş a Amerîkî û Heyva Sor a Kurd bo Serê Kaniyê, piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê bo rawestandina şer li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê tê.
Li gorî rêkeftinê agirbest hatiye ragihandin lê bajar hîn di bin topbaranê de ye û li gorî ragihandina HSDê topbaran berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin