Wê sandeke Îsraîlê ji bo agirbestê biçe Qeterê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê şandeke kabîneya şer a Îsraîlê ji bo hevdîtinên agirbestê serdana Qeterê bike.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokwezîrê Israîlê Tzachi Hanegbi ji kanal 12 ya Îsraîlê re ragihand, Şanda Danûstandinan ji Parîsê vegeriyaye û derfetek heye ku bigihin lihevkirinê, şandê naveroka danûstandinên Parîsê ji Kabîneya Şer re eşkere kirine.
Hate ragihandin ku wê şanda hikûmeta Îsraîlê ya serokatiya Serokê Dezgeha Îstixbarata Îsraîlê David Barnea de, di nav çend rojên bê de ji bo danûstandinên li ser lihevkirina agirbestekê ji bo dema çend hefteyan biçe Qeterê.
Tê çaverêkirin şanda Îsraîlê ji bo azadkirina revandiyan û guhertina wan bi dîlên Filistînî gotûbêjan bike.
Hêjayî gotinê ye, Îsraîl daxwaza azadkirina hemû revandiyên 7ê Cotmeha 2023yan dike. Herwiha Şêwirmendê Serokwezîr Bejamin Netanyahu daye xuyakirin ku lihevkirineke wiha nayê maneya bidawîbûna şer.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin