DYA xwest ku Îsraîl li ser kustina aktîvîsta Tirk-Amerîkî lêpirsînê bike
PeyamaKurd - DYA xwest ku Îsraîl li ser kuştina aktîvîsta Tirk ya bi navê Ayşenur Ezgi Eygi lêpirsînê bike. Li ser navê Amerîkayê (DYA) berdevka Koşka Sipî Karine Jean-Pierre daxwuyanî da û got kuştina Ayşenur Ezgi Eygi ji aliyê artêşa Îsraîlê de gelek xemgînin û ji Îsraîlê daxwaza lêpirsînê kirine.
Berdevka Koşka Sipî Jean-Pierre, dema bi serokê Amerîkayê Biden re diçû Michiganê, di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivand. Jean-Pierre ji malbata Eygi û nêzên wê re sersaxiyê xwest û weha dewam kir:
“ Em ji kuştina hemwelatiya Amerîkayê Ayşenur Eygi ku îro li Şerîa Rojava bi awayekî trajik hat kuştin xemgînin û ji bûyerê acizin. Ji bo li ser bûyerê em zêdetir agahiyan bigrin, me xwe gihand hukumeta Îsraîlê û jê lêpirsîna bûyerê daxwaz kir.
Em, bende ne ku bûyer derê ortê û ji hûrahiya bûyerê em ê encamê derxin. Eger em zêdetir agahiyan bidest bixin em ê parve bikin û li gor wê tevbigein.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin