Tirkiye çeta Îranê ya xwest êrîsê ser grûba Îsraîlê bike têkbir

22 June 2022 22:51 0 dîtin
Tirkiye çeta Îranê ya xwest êrîsê ser grûba Îsraîlê bike têkbir

PeyamaKurd – Îsraîlê berê hişyariyê dabû hemwelatiyên xwe ku seredana Tirkiyê nekin û yen li Tirkiyê ne hişyarî xwe bin an otêlên ku lê ne ji wan dernên. Dibe ku Îranî her wext êrîşê Îsraîliyan bikin. Tirkiye berê ragihandibû ku bi desteka MİT a Tirkiyê plana sûîkasta Îraniyan têkbiriye.

Rêvebiriya asayîşa Îstenbolê jî çeteyekî Îraniyan ku xwe amade kiribûn da êrîşê grûbeka Îsraîliyan bike, têkbir.

Li Îranê mirina bi guman ya zabitên artêşa Îranê dewam dike û herî dawiyê zabitekî ji yên girîng yê bi navê Albay Hassan Saîd Xodaî li Tehranê hatibû kuştin û Îranê ji kuştina wî Îsraîlê berpirs girtibû. Îran gotibû ku wê heyfa wî bistîne.

Îranê xwestibû ku tolhildanê bixe nav sînorê Tirkiyê û hucra Îranê ya îstîxbaratê grûbekî şand Tirkiyê û hem di kirasê karsaz, tûrîst û xwendekaran de. Hat tesbîtkirin ku di nav wan de tetikvan jî hene û grûb xwe li qonaxên rojane û otêlên Beyoğluyê bicîh kirine. Ji wir şopa Îsraîliyan dimeşandin.

Di nav grûbê de ne tenê Îranî lê hevkarên wan yên li Tirkiyê jî hebûn. Her tevgerên wan ji aliyê asayîşa Îstenbolê de dihat kontrolkirin. Roja pênşemê hêzên asayîşê avêtin ser otêlê û wan Îraniyan xist binçav.

Heya niha Tirkiye bi awayekî fermî encama bûyerê an ku operasyonê negihandiye raya giştî.

Yek ji armanca Îranê têkbirina têkiliyên nûh yên navbera Îsraîlê û Tirkiyê ne. Ya dinê ew e ku tola kuştiyên artêşa xwe hilde.