Helbûsî ji balyozên Tirkiye û Îranê xwest ji serweriya Iraqê re rêzdar bin!
PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, piştî daxuyaniyên balyozên Îran û Tirkiyê yên dijî hev li ser destwerdana Iraqê, daxwaza rêzgirtina serweriya Iraqê li herdu welatan kir.
Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescîdî di hevpeyvîneke rojnamevanî de gotibû, welatê wan hebûna hêzên biyanî û destwerdanên li karûbarên navxwe yên Iraqê red dike û daxwaz ji Tirkiyê kiribû hêzên xwe ji Iraqê vekişîne û metirsiyê li ser welat ava neke.
Herwiha balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz jî li ser daxuyaniya balyozê Îranê gotibû, Îrec Mescîdî kesê herî dawiyê ye behsa serweriya Iraqê bike û waneya rêzgirtinê li sînorên Iraqê bide.
Li ser van daxuyaniyên herdu balyozên Îran û Tirkiyê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî daxuyaniyek belav kir û tê de got, erkê balyozên welatan li Iraqê nûnertiya welatê xwe ye û bihêzkirina peyvendiyên welatên xwe li gel Bexdayê ye.
Helbusî bêyî ku navê Mescîdî û Yildiz bide, daxwaz li hin balyozan kir bi erkên xwe têbigihin û dest ji karûbarekî vernedin ku ne karê wan be û rêzê li serweriya Iraqê bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin