Îranê rêkeftina Tirkiye-DYA red kir û xwest Tirk bi rejîmê û Kurdan re rûnin

21 October 2019 16:36 0 dîtin
Îranê rêkeftina Tirkiye-DYA red kir û xwest Tirk bi rejîmê û Kurdan re rûnin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Abbas Musawî ragihand ku ew rêkeftina Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Tirkiyê ya hefteya borî ku li ser Rojavayê Kurdistanê pêk anîbûn red dikin û wekî rêya çareseriyê jî danûstandina navbera Sûriye, Tirkiye û Kurdan nîşan da.

Mûsawî da xuyakirin ku ew qebûl nakin Tirkiye xalên çavderiyê yên leşkerî li ser erda Sûriyê (Rojava) ava bike ku beriya niha Serokomarê Tirkiyê Erdogan piştî rêkeftina ligel Amerîkayê behsa avakirina 12-13 xalên leşkerî kiribû.

Berdevkê Îranî diyar kir ku pêwîst e kêşe bi rêyên dîplomatîk werin çareserkirin û rêz li yekparçebûna Sûriyê bê girtin.

Herwiha Musawî pêşniyar kir ku Îran ji bo Tirkiye ewlekariya xwe ya sînor dabîn bike dikare ji bo danûstandina Tirkiye-Sûriye û Kurdan navbeynkariyê bike.