Siûdî û Îmaratê êrîsên Tirkiye û Îranê wekî 'êrîskariya dijminatî' sermezar kirin
PeyamaKurd – Îmarata Erebî û Erebistana Siûdî êrîşên leşkerî yên Tirkiyê û Îranê bi ser Iraqê û Herêma Kurdistanê de şermezar kirin. Wezareta Derve ya Îmarata Erebî got, “Divê hemû alî pabendî bingeha cîrantiya baş bin û nebin sedema gefê li ser ewlehî û aştiya herêmê.”
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî jî êrîşên Tirkiye û Îranê wekî, binpêkirina serweriya Iraqê û êrîşên dijminatî bi nav kir û piştgiriya xwe ji bo Iraqê ragihand.
Wezareta Derve ya Siûdiyê derbarê êrîşên asmanî û bejahî yên Tirkiyê û Îranê bertek nîşan da û êrîşên Tirkiye û Îranê bi ser axa Iraqê û Herêma Kurdistanê de şermezar kir.
Wezareta Derve ya Îmaratê jî li ser êrîşên asmanî û bejahî yên Tirkiyê û Îranê bi ser Başûrê Kurdistanê û axa Iraqê de, daxuyaniyek belav kir û êrîşên herdu welatan şermezar kir û xwest rêzê li serweriya Iraqê û prensîbên navdewletî bigirin.
Wezareta Derve ya Îmaratê got: “Em tekezî li ser hevahengiya navdewletî û helwesta neguher û zelal a Îmaratê, ku em hemû destwerdanan di karûbarên dewletên erebî de red dikin û di nava wan de giringiya rêzgirtin li serweriya axa Iraqa bira.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin