Yawer: Daxuyaniyên Iraqê yên derbarê êrîsên Tirkiye û Îranê de bi guman in
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li ser êrîş û operasyonê Tirkiyê yên bi ser xaka Başûrê Kurdistanê de daxuyanî da.
Yawer bal kişand ser daxuyaniyên Hikûmeta Iraqê û got, daxuyaniyên derbarê êrîşên Îranê û yên asmanî yên Tirkiyê de bi guman in.
Yawer bal kişand ser ku “bêyî destûra Saziya Balafirvaniyê ya Iraqê çawa Tirkiye dikare 120 kîlometran nav xaka Iraqê dabezîne û li Kunemasiyê êrîş bike? Ez daxuyaniyên Hikûmeta Federal a Iraqê yên derbarê êrîşên Îranê û Tirkiyê de bi guman dibînim.”
Cebar Yawer diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxuyanî daye û daxwaza rawestandina bombebaranan kiriye û şermezar kirine û got, divê ji bo Îran û Tirkiyê jî hincetên bo êrîşan neyên çêkirin.
Tirkiye ji 15ê Hezîranê ve bênavber êrîş û bombebaranên li ser erda Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna PKKê berdewam dike û herwiha Îran jî hevdem navçeyên herêma Kurdistanê topbaran dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin