Wezîrê Îsraîlê xwest li dijî Tirkiyê tedbîr bên sitendin
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Israel Katz, xwest li dijî xebatên Tirkiyê yên li rojhilatê bajarê Qudusê tedbîr bên sitendin û bên rawestandin. Katz ji wezareta xwe xwest ku paketeka tedbîran bê amadekirin. Katz, di ser hesabê xwe yê Twitterê de bi zimanê Îbranî û Erebî peyama xwe belav kir û weha got:
“ Min ferman da wezaretê da li dijî xebetên fitnekar yên Tirkiyê ku li rojhilata Qudusê dike, paketeka tedbîran amade bikin.”
Wezîr negot dê tedbîrên çawa li dijî Tirkiyê bên sitendin. Lê di 17 ê meha êlûnê de, li Îsrîalê hilbijartina peşwextî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin