Golavêjê Real Madridê ji qerentîneyê reviya

20 March 2020 21:57 0 dîtin
Golavêjê Real Madridê ji qerentîneyê reviya

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku golavêjê tîma futbolê ya naskirî yê Real Madridê, Luka Jovic ji qerentîneya coronavirusê (Covid-19) reviyaye ku niha jî welatê Sirbistanê ye.

Rayedarên Sirbistanê ragihandine ku ji ber ku Jovic ji qerentîneyê reviyaye derbarê wî de giliyê dadgehê hatiye kirin û çav li rê ye bi cezayê pere yê giran û heta sê sal cezayê girtîgehê were cezakirin.

Luka Jovicê 22 salî ji Madrîdê ji bo rojbûna destgirtiya xwe çûbû paytexta Sirbistan Belgradê û li wir 14 roj qerentîneya vîrusa koronayê binpê kiribû û li navnîşana xwe nehatibû dîtin.