Ji Real Madridê peymana 12 salan: 1,6 milyar euro dahat…
PeyamaKurd – Tîma îspanî ya mezin Real Madridê ji bo formeyê lîstikavanên tîma xwe peymana bi kompaniya cilûbergên sporê Adidasê re girêda.
Hat ragihandin ku peyman ji bo 12 salan hatiye girêdan û dê Real Madrid jî vê lihevkirinê dahateke rekor qezenc bike.
Li gorî nûçeya Marcayê dê Real Madrid di nav 12 salan de, ji reklama formeyan 1,6 milyar euro pere qezenc bike.
Herwiha ji firotina her berhemeke Adidasê 20%ê bihayê wê berhemê û bi ser de jî 9 euroyên din bistîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin