Goran ji bo namzediya cîgirê serok li kesekî sareza digere
PeyamaKurd - Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Goran Nesredîn Mehmûd li ser destnîşannekirina namzedê cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ku pişka partiya wan e got ku ew dê kesekî pispor û şaraza bikin namzed.
Endamê Civata Niştimaniya Gorran Nesredîn Mehmûd ji BasNewsê re gotiye, ‘’Kordînatorê giştî û berpirsên bajêrvan, dê peywîra cîgirê serokê herêmê ji 3 namzedan di navbera Mistefa Seyîd Qadir, Cemal Mihemed û Heme Tofîq Rehîm de zelal bikin.”
Nesredîn Mehmûd daye zanîn ku ligel kordînatorê giştî yê Tevgera Goran, guftûgo tê kirin û piştre biryara dawiyê li ser wan namzedan dê bê dayîn.
Li ser gotinên diyarkirina ciwanekî bo wê peywîrê jî Nesredîn Mehmûd gotiye, piraniya parlamenter, wezîr û Civata Niştimanî ji xwe ji ciwanan pêk hatiye û ji bo pêgehên siyasî û serekî xelkê pispor û şaraza divê bê danîn, ev jî dibe beşek ji hewldanên serxistina hikûmetê û serkeftina Tevgera Goran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin