Namzedên Goran û YNKê yên cîgirê serok diyar bûn
PeyamaKurd – Namzedên YNK û Tevgera Goran ên bo posta cîgirê serokê herêma Kurdistanê hatin diyarkirin. Tê çaverêkirin Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wan navan pesend bike û dest bi kar bikin.
Parlamentarê YNKê Ziyad Cebar ragihand ku ji bo posta cîgirê serok ji YNKê Fermandarê Yekîneya 70 ya Pêşmerge û endamê polîtburoyê Şêx Cehfer Şêx Mistefa hatiye destnîşankirin.
Medya nêzîkî Tevgera Goranê jî ragihand ku wezîrê berê yê Wezareta Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir namzedê cîgirê serokê Kurdistanê ye ji pişka Goranê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin