Gorran: Me ji Parlamenterên xwe daxwaz kir deng bidin namzedê Wezîrê Samanên Sirustî
PeyamaKurd –Tevgera Gorranê Parlamenterên xwe agahdar kirine, da ku deng bidin namzedê Wezareta Samanên Siruştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Li gor Seroka fraksiyona Gorran Gulistan Seîd di civîneke çapemeniyê de diyar kir, ji destpêka vê dema Parlamentoya Kurdistanê ve, daxwaza tijîkirina peywira Wezareta Samanên Siruştî kirine, niha jî ‘‘Kesek wek namzed hatiye nîşandan û xwedî ezmûn û bawername û pisporiya taybet e di warê petrolê de. Em dizanin çiqas girîng e guhertin di vê peywirê de. Serokatiya Lijneya Samanên Siruştî jî dest Gorran de bûye û berdewam raportên me hebûne, ji ber wê jî em dizanin girîngiya wî wezîre berpirsyartiyê di wê astê de wergire.’’
Herwiha da zanîn, her 12 parlamenterên xwe agahdar kirine ku deng bidin namzedê Wezareta Samanên Siruştî û her kesekî deng nede wî namzedî, dê wisa bê hesabkirin ku pêbend nebûye bi biryara Tevgera Gorran ve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin