Faris Îsa: Gava daxwazên kurdan û sunniyan hatin qebûlkirin em ê deng bidin kabîneya nû

29 February 2020 17:19 0 dîtin
Faris Îsa: Gava daxwazên kurdan û sunniyan hatin qebûlkirin em ê deng bidin kabîneya nû

PeyamaKurd - Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê dibêje, kurd û sunnî ji kabîneya nû ya Iraqê ne razî ne ji ber wê jî heta kabîne bi vî rengî be ew deng nadinê.

Parlementoya Iraqê sibê (1 Adarê) bo pesendkirin yan jî redkirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê dicive. Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa li ser vê mijarê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, kabîneya nû ne bi dilê kurdan û sunniyan e ji ber wê jî gelekî zehmet e ew deng bidinê.

Faris Îsa her wiha gotiye, her gava daxwazên kurdan û sunniyan hatin qebûlkirin ew ê jî deng bidin kabîneya nû.

Li ser daxwazî û şertên kurdan jî Îsa gotiye, kurd daxwaza hevkarî, lihevkirin û hevsengiyê dikin. Kurd van her sê tiştan dixwazin. Eger daxwazên kurd hatin qebûlkirin, kurd dê deng bidin kabîneyê.

Bi gotina wî berpirsê kurd, zehmet e kabîneya nû sibê baweriya parlementoyê bi dest bîne, ji ber ku ji bilî kurdan û sunniyan beşek mezin ji şîeyan jî deng nadin kabîneyê.