Nûnera Neteweyên Yekgirtî: Partî li gor daxwazên xelkê gavan davêjin

19 May 2023 01:03 0 dîtin
Nûnera Neteweyên Yekgirtî: Partî li gor daxwazên xelkê gavan davêjin

PeyamaKurd – Nûnera taybet ya sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, ragihand ku partiyên desthilatên Kurdistanê di mijara hilbijartinna de li gor daxwazên xelkê gavan davêjin. Jeanine Hennis Plasschaert, rapora ku amade kiribû da civîna UN konseya ewlehiyê.

Plasschaert hevdîtina serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cîgirê wî Qubad Talabanî bi erênî navand û got ku hevdîtina wan ji bo Herêma Kurdistanê hêvî dide. Nûner hem ragihand ku hilbijartina Kurdistanê divê di roja destnîşankirî ya di 18 ê cotmeha sala 2023an de bibe. Çareseriya pirsgirêkên di navbera partiyên esasî de pêkhatiye û ev ji bo normalîzebûn û encamdayîna hilbijartinan gelek başe.

Hennis-Plasschaert ragihand ku PDK û YNK di çarçova daxwazên xelkê Herêma Kurdistanê de gavan davêjin. Hewlêr û Bexda li ser petrola Kurdistanê bi demkî lihev kirine û biryara dadgeha Parîsê bûye sedema zerara Iraqê ya bi milyon dolaran.

Nûner her weha behsa Şengal û deverên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de kiriye û gotiye ku peymana Şengalê heya niha nehatiye cîh û endîşa wan heye.