Nûnera Neteweyên Yekgirtî bi peyamekê êrîsa li ser Hewlêrê sermezar kir

07 July 2021 13:30 0 dîtin
Nûnera Neteweyên Yekgirtî bi peyamekê êrîsa li ser Hewlêrê sermezar kir

PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, derbarê êrîşa şeva borî ya li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê de peyamek belav kir û diyar kir: “Nabe rewatiya dewletê ji aliyê komên çekdar ve gef lê were xwarin.”

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert li ser Twitterê nivîsî û got: “Êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê, binpêkirina serweriya yasayî ya Iraqê ye û ev cure kiryar, Iraqê ber bi çarenivîseke nediyar ve dibin.”

Jeanine Plasschaert destnîşan kir: “Tenê Iraqî baca van êrîşan didin û nabe rewatiya dewletê ji aliyê komên çekdar ve gef lê were xwarin.”