Neteweyên Yekgirtî êrîsa ser Balafirgeha Kabîlê sermezar kir

26 August 2021 22:04 0 dîtin
Neteweyên Yekgirtî êrîsa ser Balafirgeha Kabîlê sermezar kir

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, êrîşa ser balafirgeha Kabîlê ya ser balafirgeha Hamîd Karzaî şermezar kir. Berdevkê sekreterê giştî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê de got ku sekreterê giştî Guterres êrîşa terorî ya ser balafirgeha Kabîlê bi endîşe dişopîne.

Guterres êrîşa ku bû sedema kuştina sîvîlan weka nîşana bê îstîqrariya Afxanistanê binav kir.

Medya Amerîkayê ragihand ku rêvebirên Amerîkayê ragihandine ku êrîş bi bombe hatiye kirin û herî kêm 3 leşkerên Amerîkayê di êrîşê de birîndar bûne.

Berdevkê wezareta bergiriyê ya Amerîkayê John Kirby di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku kesên êrîşê bandorê li ser wan kiriye, di nava wan de Amerîkayî hene û teqîneka dinê jî li dora Otêla Baron ê ya nêzî balafirgehê çêbûye.